Kuweyt: Divê Civata Navdewletî bêhtir alîkariya Kurdan bike

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ûêşwaziya baliyozê nû yê welatê Kuwêt li Iraqê û şanda ligel wî kir.
Îro 6 Cotmehê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mersrûr Barzanî pêşwaziya Baliyozê Nû yê Kuwêt li Iraqê Salim Xesab Mihemed Zimanan û şanda ligel wî kir.
Di civînê de behsa rewşa dawî ya heremê û navçeyê û guhertinên ku pêktêne hate kirin.
Baliyozê Kuwêtê amaje bi rola qehremane ya Pêşmergeyên Kurdistanê di parastina hemû pêkhateyan de kir û ragehand ku, ew ligel daxwaz û mafê gelê Kurd in û divê civata navdewletî jî bêhtir alîkariya Kurdan bike.”
Ji aliyê xwe ve Mesrûr Barzanî amaje bi beşdarbûnaPêşmerge di operasyona azadkirna Mûsilê de û pêwîstiya Iraqê bi piroje û çareseriya pirsgirêkên rasteqîne û got: “Divê Iraqê bi şêweyekî bê dariştin ku bigunce ligel keltûrê wê yê fire netewe û ol bi rengekî ku Iraq karibe bi aştî ligel dirawseyên xwe bijî.”
Herdu aliyan ronî dan ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera welatê Kuwêt û Kurdistanê û pêwîstiya herdu aliyan bi hêzkirina pêwendiyan di hemû waran de.




