Qayîmeqamê Şingalê: Emê li PKKê gilî bikin
__2016_09_29_h15m52s22__HK__2016_09_29_h20m52s31__HK.jpg)
Şingal-KDP.info- Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand ku wan bi
fermî daxwaz ji PKKê kirine ku ji Şingalê derkeve û eger dernekevin ewê li
wan gilî bikin.
Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Em nûnerê rasteqîne yê
Êzdiyan e. Em li hindur û li derve jî nûneratiya Êzdiyan dikin û Kurdên Êzdî
wan kesên ser bi PKKê red dikin.”
Xelîl wiha got: “PKK nehatiye Şingalê bo xizmeta me, lê belê bi siyaset
hatiye bo ku axa me dagîr bike û em bi ti awayî ji wan qebûl nakin.”
Qayîmeqamê Şingalê wiha domand: “Me daxwaz ji PKKê kiriye ku ji axa me
derkeve, eger dernekeve emê di demeke pir nêzîk de li wan gilî bikin û wan
ji axa xwe derxînin.”




