Serok Barzanî û Hekîm civiyan

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda ligel wî
ya Herêma Kurdistanê ligel Serokê Encûmena Bilind a Îslamî li Iraqê Emar
Hekîm civiyan.
Îro danê êvarê şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serok Barzanî li
Bexdayê ligel Serokê Encûmena Bilind a Îslamî li Iraqê Emar Hekîm civiya.
Serokê Encûmena Bilind a Îslamî li Iraqê Emar Hekîm û hejmarek din ên
pilebilind ên wê encûmenê pêşwazî li şanda Herêma Kurdistanê kirin.




