26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Almanya rasterast alîkariya deverên rizgarkirî dike

Çavkanî: KDP.info
 
 
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
 
pêşwaziya Balyoz Eghard Bros nûnerê taybetiyê Hikûmeta Almanya ji bo
 
berhingarbûna qeyranan û şandeka pê re kir.
 
 
Balyoz Bros kêfxweşiya xwe ji bo serdankirina Herêma Kurdistanê nîşanda û
 
behsa kar û erkên xwe li Herêma Kurdistanê û her wiha alîkariyên
 
destpêkiyên Hikûmeta Almanya kir ku raste rast pêşkeşê wan deveran kiriye
 
ku ji destê DAIŞê hatine rizgar kirin û yan li demên pêşerojê dihên azadkirin.
 
Armanca wan ew e ku bi vê alîkariyê, koçberan han bidin ji bo ser cihên xwe
 
vegerin, bi taybetî deverên ku ji aliyê Hêzên Pêşmerge ji terorîstan hatine
 
rizgarkirin.
 
 
Herdu alî li ser vê yekê hevrê bûn ku deverên rizgarkirî li hemû waran
 
pêwîstî bi alîkariyan hene.
 
 
Balyoz Bros behsa programa xwe ji bo pêşerojê kir, bi taybetî ku piroseya
 
rizgar kirina bajarê Musilê nêzîk bûye ku pêşbînî dihê kirin hijmareka zêdeya
 
akinciyên vî bajarî bihêne Herêma Kurdistanê. Her wiha amaje bi
 
hemahengiya navbera Almanya û Hikûmeta Federala Iraqê kir û hêvî xwest
 
hemahengî ya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî bihêztir bibe.
 
 
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya vê serdanê û
 
alîkariyên leşkerî û mirovî yên Almanya ji bo Herêma Kurdistanê kir, bi
 
taybetî ku dixwazin alîkariyên mirovî rasterast bigehîne Herêma Kurdistanê,
 
ku hikûmet ji bo ser xistana vê pirogramê û pirogramên pêşerojê, berhev e
 
ji bo alîkarî û hemahengiyê, bi taybetî deverên ku ji aliyê Pêşmerge ji destê
 
DAIŞê hatine rizgarkirin û asayişa wan deveran hatiye dabîn kirin ku gelek
 
ziyan dîtine.
 
 
Her wiha pêdagirî li ser vê yekê kir alîkariyên Almanya bargiraniya ser milê
 
Hikûmeta Herêma Kurdistanê kêm dike ku gelek koçber û penaber hembêz
 
kiriye û xizmetên jiyanê ji wan re pêşkêş kiriye û pêşbînî tê kirin bi
 
destpêkirina operasiyona rizgarkirina bajarê Musilê hijmareka pitir bihêne
 
Herêma Kurdistanê.
 
 
Her du aliyan her wiha behsa pirosêsa rizgar kirina bajarê Musilê ji destê
 
terorê û pêşbînî û encamên operasiyanan kirin.

Nûçeyên têkildar