Şêwirmendê Serokmar: Serdana Serok Barzanî bo Bexdayê pir girîng e

Bexda-KDP.info- Şêwirmendekî Serokmarê Iraqê dibêje, serdana Serokê
Herêma Kurdistanê bo Bexdayê pir girîng e û hemû xelkê Iraqê û Herêma
Kurdistanê bi wê serdanê dilxweş in.
Şêwirmendê Serokmarê Iraqê Ebdulah Elyaweyî ji malpera KDP.info re
ragihand: “Serdana şanda Herêma Kurdistanê ya pilebilind bi serokatiya
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Bexdayê di vê demê de pir
girîng e, ji ber ku Iraq di kirîzeke mezin de ye, lewma hatina wê şandê bo
Bexdayê gelekî girîng e û ev serdan dide xuyakirin ku herdu alî dixwazin
pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin.”
Ebdulah Elyaweyî wiha got: “Di vê serdanê de behsa referandumê û
serxwebûna Kurdistanê jî tê kirin. Piştî civîna xwe ligel Ebadî, Serok Barzanî
dê îro dûalî ligel Serokmar Fûad Mehsûm jî bicive û naveroja civîna xwe û
Ebadî ligel Mehsûm binirxîne.”




