Siyasetmedar: Em bi serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê geşbîn in

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedar û pisporên siyasî dibêjin, serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê di vê demê de pir girîng e û ew geşbîn in bi encamên wê, ji ber ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serokatiya wê şandê dike, lewma Bexda neçar dibe ku bi awayekî pir cidî guh li berpirsên Kurdistanê bigire.
Dr. Mehmûd Usman siyasetmedarê Kurd derbarê wê serdanê de ji malpera KDP.info re axivî û ragihand: “Bi nêrîna min ew serdana şanda pilebilind a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê pir girîng e û ez hêvîdar im jî ku ew gotûbêjên ku dikin bi sûd bin û pirsgirêkan çareser bikin.”
Usman wiha got: “Ya girîng ew e ku dema Barzanî vegere şandek bo danûstandinan li wir bimîne ji ber ku ew gotûbêj bi rojekê û 2 rojan bidawî nayên, ku pêwîst e ew şand ligel hemû aliyên siyasî yên Iraqê gotûbêjan bikin.”
Wî siyasetmedarê Kurd wiha domand: “Ez ji vê serdanê geşbîn im, ji ber ku gelek pirsgirêkên me li Bexdayê ne û serdana wê pir girîng e, herwiha pêwendiya Barzanî û Ebadî baş e, lewma encama wê serdanê dê erênî be.”
Li ser heman mijarê, Dr. Salih Mela Umer Pro. di Zanistên Siyasî de û mamosteyê Zanîngeha Selahedîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Giringiya serdana şanda vê carê bo Bexdayê di wê yekê de ye ku Serokê Herêma Kudistanê Mesûd Barzanî serokatiya wê dike, lewma Bexda neçar dibe ku bi awayekî pir cidî guh li berpirsên Kurdan bigire û divê xwe yekalî bike.”
Dr. Salih Mela Umer wiha got: “Serdana vê carê ya şanda Kurdistanê bi awayekî giştî dikeve çarçoveya wê startîjiya giştî ya ku Serok Barzanî daniye bo wê yekê ku êdî welatiyên Herêma Kurdistanê zilmê nebînin. Serok Barzanî dema ku serdana Tirkiye û Fransa jî kir ji wan re got ku ewê gotûbêjan ligel Bexdayê bikin û eger Kurdistan ji Iraqê veqete dê bi aştiyane veqete.”





