26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Me û Ebadî li ser çareserkirina pirsgirêkan lihev kir

Çavkanî: KDP.info
 
Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî civîna xwe
 
ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku şanda Kurdistanê û Ebadî
 
lihev kirine bo çareserkirina pirsgirêkên aborî. Serokwezîrê Iraqê jî ragihand
 
ku ewê hewl bidin pirsgirêka mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê
 
çareser bikin.
 
Piştî hevdîtina şanda bilind a Herêma Kurdistanê ya ligel hikûmeta Iraqê,
 
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder
 
Ebadî civîkenî hevpar ê rojnamevanî sazkirin.
 
Di wê konferansê de Serok Barzanî got, em dixwazin ligel Bexdayê
 
çareseriyekê ji pirsgirêkên di navbera xwe de bibînin, ew jî bi
 
jihevtêgiheştinê.
 
Derbarê şerê Mûsilê de, Serok Barzanî ragihand ku pilanekî pir baş bo
 
azadkirina Mûsilê hatiye danîn û nêzîk dê ew bajêr bê rizgarkirin û tevahiya
 
pirsgirêkên ligel Bexdayê pêwîst e em li ser wan biaxivin, ji ber ku Bexda
 
xwedî bingeheke stratejîk e.
 
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku, wan û Bexdayê li ser çareserkirina
 
pirsgirêkên aborî lihev kirin, herwiha rêkeftinek û jihevtêgiheştinek li ser
 
pirsa petrolê di navbera wan de heye.
 
Ji aliyê xwe ve, Ebadî ragihand ku civîna wî ligel Serokê Herêma Kurdistanê
 
serkeftî bû, ji ber ku herdu aliyan amadehiya xwe nîşan dan bo bihêzkirina
 
pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
 
Herwiha Ebadî da zanîn ku ew piştgiriyê li Herêma Kurdistanê dikin û dê
 
hevahengiya wam ligel Hewlêrê hebe bo çareserkirina nakokiyan û herwiha
 
emê hewl bidin pirsgirêka mûçeyê fermanberên Kurdistanê çareser bikin û
 
diyalog di navbera me de berdewam be.

Nûçeyên têkildar