Yekîtiya Parlemanteran piştgîriyê li serdana Serokê Kurdistanê bo Bexda dike

Hewlêr-KDP.info- Serokê Yekîtiya Parlemanterên Kurdistanê Nîmet Ebdulah dibêje, ew piştgiriyê li wê serdana pilebilind a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê dikin û geşbîn e ku dê encameke baş a wê serdanê hebe.
Nîmet Ebdulah Serokê Yekîtiya Parlemanterên Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Çûna wê şanda pilebilind bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Bexdayê pir baş e û em wek Yekîtiya Parlemanterên Kurdistanê piştgiriyê li wê serdanê dikin, ji ber ku ji gelek aliyan ve pêngavekî baş e derbarê mafê rewa yê gelê Kurd, da ku em pirsgirêkên xwe ligel Bexdayê çareser bikin.”
Ebdulah wiha got: “Ev serdana hand ê bandore li ser herçar perçên Kurdistanê bike, ne tenê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê û ez geşbîn im ku dê ew serdan encamên wê yên baş hebin.”




