Kosret Resûl: Emê li Bexdayê mafê serxwebûnê gotûbêj bikin
__2016_09_29_h14m48s45__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Nivîsîngeha Rojnamevanî ya Cîgirê Yekem ê Sekreterê
Giştî yê YNKê Kosret Resûl ragihand ku dê şanda pilebilind a Herêma
Kurdistanê di serdana Bexdayê de mafê çarenivîsa kurdan gotêbêj bike.
Nivîsîngeha Rojnamevanî ya Kosret Resûl bi daxuyaniyekî naveroka serdana
şanda Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî ya ji bo Bexdayê, eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê şanda bilind a Herêma Kurdistanê ligel
berpirsên Bexdayê mijarên, çareserkirina pirsgirêkên herdu aliyan, meaşên
karmend û mamostayên Kurdistanê, li gorî berjewendiyên herdu aliyan
danîna nexşerêyekî ji bo pêkanîna armancên siyasî yên gelê kurd, gotûbêj
bikin.
Nivîsîngeha Rojnamevanî ya Kosret Resûl herwiha da zanîn ku dê rojeva
sereke ya şanda bilind a kurd, gotûbêjkirina mafê çarenivîsa gelê
Kurdistanê, avakirina derfeta yekrêzî ya navmala kurd û çareserkirina
pirsgirêkên hilawêstî be.
Hêjayê gotinê ye ku îro (29-09- 2016) şanda bilind a Herêma Kurdistanê ya di
bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, çû Bexdayê.
Di şanda bilind a Herêma Kurdistanê de, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî
ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn, Cigirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê
Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl, Sekreterê Partiya
Sosyalîst û Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemedê Hacî Mehmûd,
Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbûroya YNKê Mela Bextiyar, Endamê
Polîtburoya PDKê Roj Nûrî Şawês, cîh digrin.




