Dezgeha Barzanî çend pirojeyên girîng li ser Çiyayê Şingalê cîbicî kirin

Şingal-KDP.info- Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li ser Çiyayê Şingalê çendîn
pirojeyên girîng yên xizmetguzariyê bo koçberên Êzdî li ser çiya û derdora
wê cîbicî kirin, ew jî wek danîna 10 miwelîdeyên karebayê û vekirina
navendeke tendirûstiyê û dibistaneke amadeyî û dibistaneke seretayî û
kolandina 3 bîrên ava vexwarinê û vekirina navendeke rewşenbîrî û hunerî
û civakî û çêkirina yarîgeheke sporê û çend pirojeyên din jî.
Di merasîmekê de û bi amadebûna Nûnerê Serok Barzanî Serbest Lezgîn û
Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl û Serokê Encumena Ruhanî ya Êzdiyan
Babe Şêx û nûnerên rêxistina LDS a Amerîkî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî
çend piroje vekirin, ku bi alîkariya çend rêxistin û dezgehên mirovî û aliyên
hikûmî bo koçberên Şingalê hatibûn amadekirin.
Ew piroje jî wek danîna 10 miwelîdeyên karebayê û vekirina navendeke
tendirûstiyê û dibistaneke amadeyî û dibistaneke seretayî û kolandina 3
bîrên ava vexwarinê û vekirina navendeke rewşenbîrî û hunerî û civakî û
çêkirina yarîgeheke sporê û çend pirojeyên din jî.




