Rîsipiyên Êzdî: Em nahêlin Şingal bibe Qendîla duyem

Şingal-KDP.info- Kesayetî û rîspiyên kurdên êzidî daxwaz kirin ku Şingal
nebe cihê berberiya siyasî û berjewendiyên partiyan.
Nêzîkê 500 rîspî û navdarên kurdên êzidî îro (28-09- 2016) li Mezargeha
Şerefdîn a qontara Çiyayê Şingalê, ji bo gotûbêjkirina rewşa kurdên êzdî,
parastina jiyan û çanda êzidiyan û parastina Çiyayê Şingalê, civînekl
pêkanîn.
Qaymiqamê Şingalê Mehma Xelîl got, “Civîna me taybetî li ser parastina
çanda êzidiyan e. Çiyayê Şingalê remza parastina çanda êziditiyê ye.”
Xelîl di berdewama axaftina xwe de behsa hebûna hêzên PKKê yên li Çiyayê
Şingalê jî kir û got, “Ev demek hêzek ji Rojava ve hatine û li Çiyayê Şingalê û
derdorê bicîh bûne. Dixwazin remza parastina êzidiyan ji bo berjewendiyên
xwe yên siyasî bikar bînin. Şingal perçeyeke ji Herêma Kurdistanê. Em weke
rêveberiya Şingalê naxwazin vê derê ji xwe re bikin Qendîla duyem.”
Fermandarê Pêşmergeyên Kurdên Êzdî Qasim Şeşo jî di civînekî
rojnamevanî de ragihand, “Me heta niha 74 ferman dîtin lê me dest ji
çiyayên xwe bernedane. Ew partî û aliyên ji derve hatine gotin em ji bo
parastina we hatine, me jî got ser çavan. Lê em dibêjin bi hêvî û biratî ji
çiyayên me derbikevin. Bila em tiliyên xwe nexin çavên hev. Weke biratî, li
Sûriye û Tirkiyê alîkarî bo wan pêwîst be, em ê jî bersivê bidin qenciya wan.”




