Hewramî: Serdana Serok Barzanî bo Bexdayê bo qonaxa piştî DAIŞê ye

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî
duhî pêşwazî li Konsulê nû yê Fransa li Herêma Kurdistanê Domînîk Mas kir
û di wê hevdîtinê de eşkere kir ku beşek ji serdana Serok Barzanî bo
Bexdayê, gotûbêjkirina Iraqa piştî DAIŞê ye.
Hewramî di destpêka hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û leşkerî ya Herêma
Kurdistanê û navçeyê bi giştî bo Konsulê Fransa kir û got ku PDKê dixwaze
rewşa navçeyê aram bibe û teror jinav biçe.
Hewramî behsa serdana sibê ya Serok Barzanî bo Bexdayê û civîna wî ligel
berpirsên Hikûmeta Iraqê kir û ragihand ku mebesta sereke ji wê serdanê
gotûbêjkirina operasyona Mûsilê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û
Bexdayê de ye, herwiha beşek ji wê serdanê dê li ser Iraqa piştî DAIŞê be.
Ji aliyê xwe ve, Domînîk Mas ragihand ku divê Herêma Kurdistanê û Fransa
hewlên zêdetir bidin bo bihêzkirina pêwendiyên di navbera herdu gelên
Kurd û Fransî de.




