Beşîkçî: Mafê Kurdan heye bibin dewlet..NY ti carî guh li hawara Kurdan negirtiye

Hewlêr-KDP.info- Dîroknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî got ku piştî şerê Cîhanê
yê Duwem li Rojhilata Navîn û Efrîqayê hemû nexşeya siyasî hate guhertin
lê ti statûyek nedane kurdan.
Ev 2 roj in li navçeya Rewandûz a ser bi Hewlêrê, konferansek bi navê
“Dîdara Hizrên Neteweyî” birêve diçe. Di konferansê de mijara hizrê
neteweyî û serxwebûna Kurdistanê de gotar tên pêşkeşkirin.
Dîroknas û nivîskarê navdar Îsmaîl Beşîkçî jî di konferansê de gotarek pêşkeş
kir û behsa neheqiyên li ser gelê kurd kir.
Beşîkçî balkêşa ser serdema piştî Şerê Cîhanê ya Duwem û avakirina Komara
Kurdî ya Mahabadê û got, “Di wan salan de Neteweyên Yekgirtî di bin navê
alîkariya neteweyên cîhanê hate damezrandin. Lê ti caran guh li dengê
hawara kurdan negirt. Li Rojhilata Navîn û Efrîqayê hemû nexşeya siyasî
hate guhertin lê ti statûyek nedane kurdan. Li Kurdistanê ti tiştek nehate
guhertin û di serde jî di nava 4 dewletan de parçe kirin.”
Îsmaîl Beşîkçî balkêşande ser biryara jimare 1514 ya 14 Kanûna 1960 a
Neteweyên Yekgirtî û diyar kir ku di vê biryarê de behsa serxwebûna
welatên blindest tê kirin.
Beşîkçî got, “Ew welatên ku sînorên wan ligel dewletên mêhtînger hene,
nekarîne ji vê biryarê ezmûnê bigrin. Di navbera dewletên dagirker ên
Ewropî û gelên ku tên dagirkirin derya hene, ji hev dûr in. Lê rewşa
Kurdistanê ne wiha ye. Jiber ku rojhilatê Tikiyê, bakurê Iraqê û Suriyê,
rojavayê Îranê dibin Kurdistan. Di navbera Portûgal û Mozanbîkê de
navberek pir mezin heye. Zehmet e ku Portûgal firokeyekî rake û li
Mozanbîkê bide. Lê Kurdistanê rewş ne wiha ye. Iraq dikare ji Bexdayê
firokeyan rake û li Kurdistanê bide. Wate ev dewlet dikarin êrîşê sîstematîk
bikin ser Kurdistanê.”
Nivîskarê navdar daxuyand ku mafê çarenûsê kurdan ji aliyê rêxistinên
navdewletî ve nehatiye berçavgirtin û wiha berdewam kir: “Brîtanya,
Holanda, Fransa, Almanya, Portûgal û welatên din ên dagirker, li ser gelên
hatine dagirkirin gaza jehrî û kîmyewî bikar neanîne. Lê binerin, Saddam
Husên bi asayî kariye bikar bîne û li Helepçe û navçeyên din bi gaza kîmyewî
kurdan qir bike. Medyaya cîhanê jî behsa vê yekê nekir.”




