Serok Barzanî dê ligel Ebadî û berpirsên pilebilind û frakisyonên Iraqê bicive

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sibe Pêncşemê
dê serdana Bexdayê bike û gelek pirsên girîng derbarê paşeroja Iraqê piştî
DAIŞê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û berpirsên pilebilind û
frakisyonên Parlemantoya Iraqê gotûbêj bike.
Çavkaniyekê ji Bexda ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana Serok
Barzanî bo Bexdayê fermî ye. Serok Barzanî di civînên xwe de ligel
Serokwezîrê Iraqê û berpirsên pilebilind û kesayetiyên siyasî û frakisyonên
Iraqî de, dê pirsa şerê DAIŞê, operasyona azadkirina Mûsilê, pêwendiyên di
navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha paşeroja Iraqê piştî şerê DAIŞê
gotûbêj bike.”
Dawiya meha borî, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya
Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir û ligel aliyên siyasî yên Iraqê û
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya û behsa pirsa petrolê û azadkirina
Mûsilê û paşeroja wî bajêrî û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kirin.
Duhî Sêşemê Ebadî ragihand ku ev serdana Barzanî bo Bexdayê ji beriya
çend mehan de hatiye rêkxistin û xwedî giringiyeke mezin e.




