Tirkiye navçeyên Sîdekanê topbaran kir

Sîdekan-KDP.info- Ji ber hebûna navend û baregehên PKKê li sînorê nahiyeya Sîdekanê, topxaneyên Tirkiyê saetekê navçeya Kanî Reşê topbaran kirin.
Li gorî agahiyên Kurdistan 24, topbarana Tirkiyê saetekê dirêj kir, ew jî ji ber hebûna wan navendên PKKê li wê deverê.
Li gorî heman çavkaniyê, topbaran rawestiya ye û jibilî navendên PKKê xelkê sivîl jî li wê navçeyê hene.




