26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

NY piştevaniyê li pêşniyarên Barzanî bo qonaxa piştî DAIŞê dike

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li
 
nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de, şanda
 
mêvan ragihand ku ew piştevaniyê li pêşniyarên Serok Barzanî bo qonaxa
 
piştî DAIŞê dikin.
 
 
 
Serok Barzanî îro pêşwazî li nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li Iraq, Jan
 
Kubis kir.
 
 
 
Li gorî nûçeyê, di wê civînê de Jan Kubis behsa naveroka civînên vê dawiyê
 
yên civata giştî ya NY ji Barzanî re kiriye û piştevaniya NY bo pêşniyar û
 
şîretên Barzanî yên derheqê qonaxa piştî DAIŞê de aniye ziman.
 
 
 
Hat gotin ku nûnerê taybet ê Ban Kî-Moon, li hember hemahengiya navbera
 
Serok Barzanî û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di şerê terorê e kêfxweşiya
 
xwe nîşan daye û diyar kiriye, ew hemahengî pir girîng e.
 
 
 
Hat zanîn ku mijareke din a hevdîtina Barzanî û Jan Kubis, operasyona
 
azadkirina Mûsilê û qonaxa piştî azadkirinê bûye.

Nûçeyên têkildar