26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yekîtiya Mamostayan: Em nahêlin xwendin raweste..Spasiya helwesta Pêşmerge dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê bersiva peyama Pêşmerge da û wan piştrast dike ku ew bi ti awayekî piroseya xwendiyê ranawestînin û zarokên hejaran ji dersên wan dûr nakin.

Duhî di peyamekê de, Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragihand, ji bo ku proseya xwendin û perwerdê li Kurdistanê sist nebe, ew amade ne mûçeyê pêşmergeyên pilebilind kêm bikin û bidin mamostayan.

Cîgirê Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê Ehmed Germiyanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Em bi navê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê û mamosteyên Kurdistanê rêz û spasiya xwe bo birayên xwe yên Pêşmerge û fermandeyên 70 û 80 yên Wezareta Pêşmerge re dişînin, û em wan piştrast dikin ku em bi ti awayî rê nadin piroseya xwendiyê raweste.”

Germiyanî wiha got: “Em hemû hewlên xwe didin ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo ku dewam li dibistanên fermî destpê bike û bi awayekî ciwan û rêk û pêk zarokên xwe ji xwendinê bêpar nekin. Herwiha ew destpêşxeriya Pêşmerge gavekî baş e û cihê rêz û hurmetê ye.”

Nûçeyên têkildar