26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Uman: Rol û pêgeha Herêma Kurdistanê li cem me girîng e

Çavkanî: KDP.info
 
Uman-KDP.info- Di çarçoveya Gotûbêja Taybet bi Stratîjiya Rojhilatê Navîn
 
ku roja 24ê vê mehê li Mesqeta umanê destpê kir, Endamê Serkirdatiya
 
PDKê Hêmin Hewramî ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Uman Mihemed Hesan
 
civiya û di wê hevdîtinê ne Hesan ragihand ku rol û pêgeha Herêma
 
Kurdistanê li cem wan girîng e.
 
Hewramî di wê hevdîtinê de besa rewşa Herêma Kurdistanê bi taybetî û
 
navçeyê bi giştî kir û got ku vegera aram û ewlehiyê vedigere bo hêza
 
Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge, lemwa jî cîhan bi giringî li rola
 
Herêma Kurdistanê dinere.
 
Ji aliyê xwe ve, Mihemed Hesan bi navê welatê xwe ragihand ku ew bi
 
giringî li rol û pêgeha Herêma Kurdistanê dinerin ku bûye sedema asayiş û
 
aramiya navçeyê, lewma ewê hevkar bin di pêşxistina ezmûna herêma
 
Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar