Pêşmerge li otomobîleke DAIŞê dan û çekdarên tê de kuştin
__2016_09_25_h20m14s45__HK.jpg)
Şingal-KDP.info- Li eniya Şingalê Hêzên Pêşmerge li otomobîleke DAIŞê dan
û 4 heta 5 çekdarên wan tê de kuştin.
Cîgirê Fermandeyê Şingalê yê Hêzên Pêşmerge li eniya Şingalê, Simê Boselî
ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê êvarî terorîstên DAIŞê bi riya
hawinan êrişî çeperên Hêzên Pêşmerge li nêzîkî navçeya kargeha çemento
ya Şingalê kirin û rastî bersiveke tund ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin.”
Emîd Simê Boselî got ku, wan hawinek li otomobîla terorîstên DAIŞê dan û
bi temamî şewitandin û 4 heta 5 terorîstên wan tê de hatin kuştin.




