26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîr Tehsîn Beg: Bila Şingal bibe parêzgehek ser Herêma Kurdistanê ve

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Mîrê kurdên êzîdî Mîr Tehsîn Beg bang li NY kir, Şingalê
 
biparêzin. Mîr Tehsîn her wiha daxwaz kir, Şingal bibe parêzgeh û bikeve ser
 
Herêma Kurdistanê.
 
 
 
Mîr Tehsîn Beg, di hevpeyvînekê de digel BBC, behsa komkujî û jenosîdên li
 
dijî kurdên êzîdî her wiha xiyaneta ereban li dijî êzîdiyan, girtin û revandina
 
jinên êzîdî ji aliyê DAIŞê ve kiriye û bang li NY kiriye, Şingalê û kurdên êzîdî
 
biparêzin.
 
 
 
Mîrê êzîdiyan her wiha gotiye, ji bona ku karesata Şingalê dubare nebe bila
 
NY hêzekê bo parastina Şingalê bişîne. Ji ber ku baweriya me bi hikûmetê
 
nayê.
 
 
 
Mezinê êzîdiyan, behsa alîkariyên hikûmeta Herêma Kurdistanê, Pêşmerge
 
û xelkê Kurdistanê bo kurdên êzîdî jî kiriye û daxwaz kiriye Şingal bibe
 
parêzgeh û bikeve ser Herêma Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar