Mîranî: PDK piştgiriya xwepêşandana aştiyane dike..Mafê me ye dewleta me hebe

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand, PDK
piştgiriya xwepêşandanên aştiyane û daxwaziyên gel dike. Mîranî li ser
dewleta kurdî jî got, helbet mafê me ye dewleta me hebe.
Ev çend roj in tê gotin ku roja 27ê vê mehê dê xwepêşandanek li dijî rewşa
niha ya Herêma Kurdistanê were lidarxistin.
Derheqê wê xwepêşandanê de, sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî
got, PDK ji roja ku hatiye damezirandin ve heta niha bi daxwaziyên gel re
bûye. Em piştgiriya xwepêşandaneke aştiyane dikin.
Fazil Mîranî her wiha got, divê partiyên siyasî xwepêşandanê li dijî hev bikar
bînin û vê yekê ji xwe re bikin destkeft.
Li ser dewleta kurdî jî wî rayedarê PDKê got, helbet dewlet mafê rewa yê
gelê Kurdistanê ye lê min negotiye hema îro em ragihînin. Me ji rayedarên
Iraqê re gotiye wan jî guhê xwe negirtine ji vê daxwaziya me re. Ev jî
destpêkek baş e.




