Serok Barzanî û Konsulê Siûdiyê qonaxa piştî DAIŞê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Siûdiyê li
Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de behsa gefên terorê û amadekariyên ji bo
azadkirina Musil û qonaxa piştî DAIŞê kirin.
Roja şemî 24.09.2016 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
Kurdistanê pêşwaziya Abdulmun'im Bin Abdulrehman Mehmud Konsolê
Giştî yê Şahnişîna Erebîstana Siûdiyê li Hewlêrê kir.
Li hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Erebîstana Siûdiyê pesnê rola Serok Barzanî
kir û li parastina pêkvejiyan û aramiya Iraq û Kurdistanê de bilind nirxand û
sedema serdana şandên dîplomasiyan li cem Serok Barzanî bi belgeyek ya
rola Serok Barzanî li aramî û çareserkirina kêşeyan û şerê terorê de da
zanîn.
Her li vê hevdîtinê de behsa gefên terorê û amadekariyên ji bo azadkirina
Musil û qonaxa piştî DAIŞê kirin.




