26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Gultan Kişanak: Kurd ne kurdên salên 94’an e

Çavkanî: KDP.info

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak bersiv da peyamên Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û got: " Heke hûn careke din kurdan ji evê parlemanyê bihavêjin, dibe ku kurd jî carekê din neyên vê parlemanyê. "

 

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, di komcivîna partiya xwe de axivî û bal kişand li ser zext û zordariya li ser kurdan. Kişanak, ji ber îhtîmala rakirina destnedanê, hikûmeta AKP’ê bi zimanekî tund rexne kir û da zanîn ku Erdogan ji bo darizandina wan‘fetwa’ dide.

 

Hevseroka BDP’ê Kişanak, da zanîn Erdogan dixwaze kurd dev jî daxwazên xwe berdin û bersiva Erdogan wiha da: " Kurd ti caran dev ji daxwazên xwe bernadin. Heke hûn careke din kurdan ji vê parlemanyê bavêjin, dibe ku kurd jî careke din neyên vê parlemanyê. Ne Tirkiye, Tirkiyeya salên 94’an e, ne jî kurd kurdên salên 94’an in. Bawerim serokwezîr dibêje em wan weke 94’an na hinek din kîbar ji parlemanyê bişînin. Lê ev dem êdî çûn. Herkes gelek baş dizane. "

Nûçeyên têkildar