26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Barzanî û generalên Amerîka hevahengiya Pêşmerge û hêzên Iraqî û hevpeymanan gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Fermandeya Navendî ya hêzên Amerîka kir û di wê hevdîtinê de behsa qonaxa piştî azadkirina Musil û metirsî û gefên wê qonaxê û çawaniya rûbirûbûna wan kêşeyan kirin, herwiha hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî û hevpeymanan gotûbêj kirin.

Roja în 23.09.2016 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Joseph Votel Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û General Tawnsênd Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraq û Ken Gross Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek şêwirmend û berpirsên serbazî yê Amerîka pêkhatibûn.

Li civînê de ku hejmarek ji berpirsên serbazî û emniyên bilindên Herêma Kurdistanê amade bûn, amadekariyên ji bo proseya azadkirina Musil û hemahengiya di navbera Pêşmerge û hevpeymanan û hêzên Iraqê xistin berbehs û Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka xweşhaliya xwe ji bo berev pêşveçûnên vî derbarî de ragihand û bi navê xwe û welatê xwe ve pesnê rola Serok Barzanî û Pêşmergeyên Kurdistanê kir û ragihand ku nêrîn û raya Serok Barzanî ji bo wan gelek bi sûde û dixwazin raya cenabê wî ya di derbarê proseya azadkirina Musil û şerê dijî terorîstan li Sûriye bizanin.

Her li vê civînê de bi hurî behsa qonaxa piştî azadkirina Musil û metirsî û gefên wê qonaxê û çawayiya rûbirûbûna wan kêşeyan kirin û tekez li ser ewe kirin ku divê heman dema li gel rêkkeftin û plana serbazî ya azadkirina Musilê, rêkkeftina siyasî hebê heta aramî û asayîş li van navçeyan berqerar bê û jiyana pêkhatên olî û neteweyiyên parêzgeha Nînowa parastî bê û carekî din li ser û malê xwe nekevin ber êrîşan.

Li beşekî dinê civînê de behsa şerê dijî terorîstan li Suriye kirin û Serok Barzanî têbînî û raya xwe ya di derbarê rewşa Suriye xisterû û nîgeraniya xwe ya alozbûna zêdetirê rewşa Sûriye û paşaroja xelkê sîvîlê wî welatî bi giştî û çarenûsa Kurdên Rojava xisterû û ragihand ku hevpeymanan divê gelek bi hişyariyê ve muamele li gel van babetan da bikin.

Li dawiya civînê de jî tekez li ser berdewamiya guftûgo û hemahengiya her dû aliyan kirin.

Nûçeyên têkildar