26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Pêwîst e pêkhateyên netewî û olî yên Mûsilê bên garentîkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Wezîra Berevaniya Almanya kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku pêwîst e piştrastiyekê bidin pêkhatên neteweyî û oliyan û asayîşa wan parastî be.

Roja în 23.09.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ursula Von Der Leyen Wezîra Berevaniya Almanya û şandekî li gel kir ku ji Franz Juseph Kirîmp Balyozê Almanya li Iraq û General Markus Nîp Serok Erkanê Artêşa Almanya û hejmarek efser û şêwirmendên Wezareta Berevaniya Almanya pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Wezîra Berevaniya Almanya ku çaremîn care serdana Kurdistanê dike spasî Serok Barzanî kir ji bo rexsandina hevdîtinê û rêz û pêzanînên xwe ji bo gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya yarmetîdana koçberan xisterû û pesnê Pêşmerge jî kir bi qurbanîdana xwe Da'îşê şikand û hêviyê ji bo cîhaniyan vegerand û pêşan da ku DAIŞê ne hêzeke ku têknaşikê.

Wezîra Berevaniya Almanya balkişand ser Pêşmergeyan û wekî mînakeke ji bo cîhaniyan da zanîn û hêviya ewe jî xwest ku giyanê binyatnan û geşbûn û pêkvejiyanê li piştî DAIŞê li Iraqê da dirust bibê, ew giyana ku gelê Kurdistanê û Pêşmerge li navçeyê da serê qafleyê bûne.

Di beşekî dinê axaftina xwe de behsa hewlên artêşa Almanya ya yarmetîdana Pêşmerge û meşq û rahênana Pêşmerge kir û tekez li ser berdewamiya piştevaniya welatê xwe ji bo gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kir.

Li beranber de Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Almanya kir ku hevkariya Pêşmergeyan kiriye û hevkariyên serbaziyên Almanya bi girîng wesif kir bi cûreyek ku hevkêşeya şerên li qazanca Pêşmerge da guherî û serdanên Wezîra Berevaniya Almanya jî ya Kurdistanê bi girîng û pir bi wate da zanîn.

Her li vê civînê de behsa plana azadkirina Musil û rêkkeftina di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê di derbarê hemahengiyên şerê azadkirina Musilê kir û Wezîra Berevaniya Almanya xweşhaliya xwe bi wê rêkkeftinê nîşanda û hêvî xwest encameke baş lê bikevê.

Di beşekî dinê hevdîtinê de behsa qonaxa piştî DAIŞê kirin û Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku armanca hevbeşa Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê şikestdana DAIŞê û azadkirina Musile. Her wiha tekez li ser girîngiya qonaxa piştî DAIŞê kir û balkişand li ser wê yekê ku pêwîst e piştrastiyek bidin pêkhatên neteweyî û oliyan û asayîşa wan parastî bê û di derbarê qonaxa piştî DAIŞê têbînî û şîretên xwe ji bo şanda mîhvan xisterû.

Li vê civînê de hejmarek ji berpirsên siyasî û serbazî û emniyên bilindên Herêma Kurdistanê amade bûn.

Her li piştî civînê Serok Barzanî û Wezîra Berevaniya Almanya li civîneke rojnamevaniyê da naveroka civîna xwe ji bo saziyên ragihandinê şîrove kirin.

Nûçeyên têkildar