Almanya berdewam dibe li ser piştgîrî û alîkariya Herêma Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîra Bergiriyê ya Almanya Ursula Von Dîr Liyan û şanda dîplomatîk û leşkerî ya ligel kir û di wê hevdîtinê de, şanda mêvan ragihand ku ewê berdewam bin li ser piştgîrî û alîkariya Herêma Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê, Wezîra Bergiriyê ya Almanya ragihand ku her ku ew serdana Kurdistanê dike hest bi guhertineke mezin ji hemû aliyan dike, bi taybetî di şerê li dijî terorê de, ku Hêzên Pêşmerge karîne serkeftinên mezin bidest ve bînin û bergiriyê li ax û pêkhatên cuda yên Kurdistanê bikin. Herwiha tekez kir li ser alîkariyên leşkerî yên Almanya bo Hêzên Pêşmerge.
Ursula Von Dîr Liyan kêfxweşiya xwe li hemberî pêwendî û hevahengiya vê dawiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir, bi taybetî di warê jihevtêgiheştina li ser azadkirina bajarê Mûsilê û navçeyên din, herwiha piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî bo vê hevahengiyê nîşan da.
Derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Berlîn de, wezîra bergiriyê ya Almaniya tekez kir ku welatê wê dê berdewam be li ser alîkariya Herêma Kurdistanê bi taybetî alîkariyên mirovî bo koçber û penaberan. Herwiha da zanîn ku welatê wê dê alîkaiya koçberên ku dê ji ber operasyona Mûsilê koçber bibin, bike, ji ber ku ew dizanin Herêma Kurdistanê rastî gelek kirîzên darayî hatiye.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de amaje bi wê yekê kir ku beriya niha hewlekî mezin hat dan ku hevahengî hebe di navbera Hewlêr û Bexdayê de bo danîna pilanekî hevbeş ji aliyê siyasî û aborî û leşkerî û di çend hefteyên borî de têgiheştinek baş di nabera herdu aliyan de çêbû û pilanekî baş bi alîkarî û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî bo rizgarkirina Mûsil û navçeyên din ên bin destê DAIŞê hat danîn û hêvî xwest ku di paşerojê de ew pilan bê cîbicîkirin.




