Mîranî bo Demîrtaş: Armanca PDKê damezrandina dewleta Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di hevdîtinekê de
ligel şanda HDPê ragihand ku armanca Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
damezrandina dewleta Kurdistanê ye li Başûr.
Îro li navebda Polîtburoya PDKê şanda HDPê bi serokatiya Hevserokê HDPê
Selahedîn Demîrtaş ligel Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî civiya.
Di wê hevdîtinê de, Mîranî bi germî pêşwazî li şanda HDPê kir û ew serdan
bi girîng da zanîn û got ku cudahiya aydolojî di navbera aliyên siyasî de heye
lê hemû alî yek armanca wan heye û eger Iraq û Sûriye û Îran û Tirkiye û
Rûsya û gelek welatên din cîranê Kurdistanê bin, pêwîst e di serî de Kurd
dostê hev bin.
Herwiha Mîranî amaje bi wê yekê kir ku ew gelekî kêfxweş bûn dema di
gera yekê ya Hilbijartinan de HDPê karî % 10 derbas bike.
Fazil Mîranî wiha got: “Xalên xuda di navbera me de hene û ev yek tiştekî
pir sirûştî ye, ku HDPê wek mînak behsa demokrasiyê dike bo Bakurê
Kurdistanê, lê PDK li Başûrê Kurdistanê xebatê dike bo damezrandina
dewleta Kurdistanê li Başûr. Lê demokrasî bi çekan bi dest ve nayê û
demokrasî pirensîp û hizir e di nava civakê de û gelek aliyên siyasî hene ku
behsa demokrasiyê dikin lê nikarin cîbicî bikin.”
Sekreterê Polîtburoya PDKê tekez kir ku jihevnêzîkbûna aliyên siyasî yên
Kurdistanê bo doza Kurdî û Kurdistanê pir girîng û pîroz e û em hemû
dikarin hizra hevbeş di navbera xwe de bikin bernameyek bo kar û em li ser
bimeşin û ji aliyê din ve jî em danûstandinan li ser cudahiyan bikin û ev yek
kilturê aliyên siyasî yên pêşketî ye.
Di wê civînê de, Demîrtaş spasiya Polîtburoya PDKê kir û got: “Ji me re
şanaziyekî mezin e ku îro em navenda PDKê amade ne. Niha em dîrokeke nû
bo gelê Kurdistanê dinivîsînin û divê em xwe ji her guhertinekê li Rojhilata
Navîn re amade bikin. Ji me re Başûrê Kurdistanê pir girîng e û divê bihêz
be.”
Herwiha Demîrtaş amaje bi wê yekê kir ku Rojhilata Navîn li pêşiya
guhertinan e û divê em xwe amade bikin da ku em di asta wan guhertinan
de bin, herwiha da zanîn ku piştî Şerê Cîhanî yê Yekem û Duyem gelek
welatên nû peyda bûn, lê gelê Kurd tenê ziyan dît ji ber ku ne yekhelwest û
yekrêz bûn. Lê niha paşerojeke baş li pêşiya me ye û Kurdistan wek çiyayekî
di naba deryayekî mezin de ye.
Demîrtaş wiha domand: “Aliyên siyasî yên Kurdistanê heta niha berhema
xebata Şêx Seîd û Şêx Riza û Qazî Mihemed û Barzaniyê nemir dixwin û divê
em hemû yekhelwest û yekrêz bin, normal e ku her aliyek nêrînek wî ya
cuda hebe bo paşeroja Kurdistanê lê divê civak pir be ji bawerî û demokrasî,
û em vê yekê bikin pirensîp û li ser bimeşin.”
Hevserokê HDPê ragihand: “Niha jihevdûrbûnek di navbera aliyên siyasî yên
Kurdistanê de heye û em hemû hewl didin bo nehiştina vê yekê û
danûstandin tenê rêya çareserkirina pirsgirêkan e. Di civîna xwe de ligel
cenabê Serok Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê wî got ku beriya her
civînekê yan danûstandinekê ligel aliyên Kurdistanî nabe em bêjin emê çi
bidest bixin, divê em bêjin em dikarin çi pêşkêş bikin.”




