26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zêbarî: Civîna Parlemantoya Iraqê nedestûrî bû..Karekî siyasî û tolhildan bû

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Darayî yê Iraqê Hûşyar Zêbarî ragihand, pêngava
 
Parlamentoya Iraqê bo wergirtina baweriyê ji wî û dûrxistina wî ji wezaretê
 
tolhildan bû û ew civîn nedestûrî bû.
 
 
 
Wezîrê Darayî yê Iraqê Hûşyar Zêbarî îro pênşemî 22ê Îlona 2016 li bajarê
 
Hewlêr konfranseke rojnamevanî li dar xist.
 
 
 
Di vê konfransa rojnamevanî de, Hûşyar Zêbarî derbarê standina baweriyê ji
 
wî ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve zanyariyên dide.
 
 
 
Hûşyar Zêbarî di destpêka axavtina xwe de, amaje bi civîna duh a
 
Parlamentoya Iraqê û biryara parlamentoyê bo wergirtina baweriyê ji wî kir
 
û him civîna parlamentoyê û him jî biryara wergirtina baweriyê bi neyasayî
 
bi nav kir.
 
 
 
Hûşyar Zêbarî ragihand, şêwaza standina baweriyê û şêweya arastekirina
 
pirsyarê di civîna parlamentoyê de neyasayî bû.
 
 
 
Zêbarî ragihand, heta rûniştina roja 27ê Tebax a 2016 a Parlamentoya Iraqê
 
jî neyasayî bû û wan li ser wê rûniştina parlamentoyê gilî li cem Dadgeha
 
Federal tomar kiriye.
 
 
 
Zêbarî herwiha da xuyakirin, biryara standina baweriyê ji wî weke karekî
 
siyasî û tolhildanekê bû.
 
 
 
Wezîrê Darayî yê Iraqê di berdewamiya axavtina xwe de destnîşan kir:
 
“Renge hinek (kes û alî) dilê xwe xweş bikin, ku bi wergirtina baweriyê ji
 
Zêbarî, PDK û Serok Barzanî şikestin, lê belê ew ji wê yekê mezintirin û
 
Serok Barzanî ji Zêbarî mezintir e.”
 
 
 
Hûşyar Zêbarî diyar kir, ku ew amade ye hemû dosyayên Wezareta Darayî
 
ya Iraqê aşkera bike.
 
 
 
Zêbarî tekez kir, ku Fraksyona Dewleta Qanûnê û şexsê Nûrî Malikî renge
 
kîneke mezin hebin, nek tenê li hember Kurd û Hikûmeta Herêma
 
Kuridstanê, belku li hember Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî û dixwazin
 
hikûmeta wî rastî şikestinê bînin.

Nûçeyên têkildar