Serok Barzanî û Fallon tekez li ser garantiya jiyana pêkhateyên Neynewa kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê
Berevaniyê yê Berîtanyayê civiya û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekez li
ser peydakirina asayiş û aramiya parêzgeha Neynewa û garentiya jiyana
pêkhateyên olî û netewî kirin.
Îro Pêncşemê 22-9- 2016 li Selahedînê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd
Barzanî pêşwaziya wezîrê berevanî yê Berîtanyayê Michael Fallon û şandeke
pê re kir ku ji her yek ji balyozê Berîtanyayê yê li Bexdayê û nunerê taybetî
yê Serokwezîrê Berîtanyayê bo karûbarên Kurdistanê û çend şêwirmendin
din yên leşkerî û siyasî pêk hatibû.
Di destpêka civîna han de Michael Fallon kêfxweşiya xwe ya li hember
serdana xwe bo Kurdistanê û civîna xwe li gel Serok Barzanî diyar kir û pişt
re nêrîn û ramanên welatê xwe yên derbarê şerê dijî terorîstên DIŞIê û
çawetiya hevkarî kirina hêzên pêşmerge, bo Serok Barzanî şîrove kir û
ragehand ku Berîtanya berdewam dibe di şerê dijî terorîstên DAIŞê û
hevkarî kirina hêzên pêşmerge de.
Fallon di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku Berîtanya planeke nû
amade kiriye û dixwaze di çarçoveya vê plana han de hevkariya penaber û
koçberan jî bike.
Li hember de jî Serok Barzanî spasiya hikûmeta Berîtanyayê kir ku hevkarî û
piştgîriya hêzên pêşmerge kiriye û herwiha serdana wezîrê berevanî yê
Berîtanyayê jî bo Kurdistanê di çarçoveya şerê dijî DAIŞê de bi pêngaveke
girîng wesif kir.
Di berdewamiya civîna han de her du alî bi berfirehî behsa operasiyona
azad kirina Mûsilê û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên
hevpeyman kirin.
Di dawiya civîna han de behsa qonaxa piştî azad kirina Mûsilê, metirsiyên vê
qonaxa han û çawetiya nizîkatî kirin li hember arîşeyên vê qonaxê jî hatin
nirxandin.




