26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Demîrtaş tekez li ser diyaloga navbera aliyên Kurdistanî kirin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
 
pêşwzaiya şandeka HDP bi serokatiya Selahedîn Demîrtaş Hevserokê Giştiyê
 
HDP û endametiya Osman Baydemîr û hijmarek parlemanter û
 
şêwirmendên HDP kir.
 
Demîrtaş behsa armanca seredana xwe ji bo Herêma Kurdistanê û hevdîtina
 
tevî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku pêşdestiyek e ji bo
 
destpêkirina diyalogeka berfireh navbera aliyên Kurdistanî ji bo çareser
 
kirina pirsgirêk û nakokiyan û çawaniya berhingarbûna rewş û pêşhatên
 
niha yên deverê û bandora wan bo ser pirsa Kurd li parçeyên din yên
 
Kurdistanê.
 
Amaje bi vê yekê jî da ku diyalog û ji hev têgihiştina navbera aliyên
 
Kurdistanî li hemû parên Kurdistanê û bi hev re kar kirin û amadekarî ji bo
 
çawaniya serederî  kirin tevî rewşa deverê, pêgeha Kurd li deverê bihêztir
 
dike û metirsiyên li ser Gelê Kurd kêmtir dike. Pêdagirî li ser vê yekê jî kir ku
 
HDP dest bi pêşdestiyê ji bo destpêkirina diyalog navbera aliyên Kurdistanî
 
kiriye û hêvî xwest Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştîvaniya vê
 
pêşdestiyê bike.
 
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi germî bi xêr hatina Demîrtaş û şandeya
 
pê re kir û piştîvaniya xwe ji bo pêşdestiya HDP xuya kir û hêviya serketinê
 
jê re xwest, pêdagirî li ser vê yekê jî kir ku hebûna diyalog navbera aliyên
 
siyasî nakokî û aloziyan kêm dike û her wiha bi kiryareka pêwîst ji bo
 
berhingarbûna metirsiyan û rewşa niha ya deverê daye zanîn û piştîvaniya
 
xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her pêngaveka ji hev têgihiştin û
 
destpêkirina doyalogeka bi berhem navbera aliyan nîşanda û bi karekê
 
erênî daye zanîn.
 
Li pareke din ya civînê, behsa hewldan ji bo destpêkirina piroseya aştiyê li
 
Tirkiye hate kirin, Demîrtaş rola Nêçîrvan Barzanî ji bo pêvajoya aştiyê li
 
Tirkiye giring nirxand û daxwaz kir wek caran li ser hewlên xwe berdewam
 
be ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê li Turkiye û piştîvanî kirin ji çareseriya
 
aştiyeneya pirsa Kurd li vî welatî.
 
Derbarê vê pirsê, Nêçîrvan Barzanî xuya kir pirsa Kurd li Tirkiye tenê bi rêya
 
aştî û diyalog û ji hev têgihiştinê dihê çareser kirin û çek nikare çi
 
pirsgirêkekê çareser bike û xizmeta çi aliyekê nake, her wiha pêdagirî li ser
 
vê yekê jî kir ku wek caran piştîvaniya pirosêsa aştiyê dike.
 
Her du aliyan li dawiyê bal kişandine ser pêşhatên deverê û şerê dijî DAIŞê û
 
berhingarbûna terorê û hin babetên din.

Nûçeyên têkildar