Pispor: Piştî DAIŞ dê herêma Sunî bê ragihandin

Hewlêr-KDP.info- Pisporekî siyasî ragihand ku heta heta Herêma Kurdistanê
bi vî awayê niha ligel Bexdayê namîne û piştî nemana DAIŞê û di paşerojeke
nêzîk de dê Sune jî bibin xwedî herêmeke serbixwe û ew herêm dê bandona
wê ya xerab li ser Herêma Kurdistanê û Bexdayê nebe.
Dr. Salih Mela Umer Pispor di warê zanistên siyasî de di Zanîngeha Selahdîn
li Hewlêrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Herêma Kurdistanê heta heta bi
vî awayê niha ligel Bexdayê namîne û divê Hewlêr û Bexda xwe yekalî bikin
ku gelo dikarin pêkve bijîn yan na. Herêma Kurdistanê gelek caran hewl
daye ku pirsgirêkên xwe ligel Bexdayê çareser bike, lê Bexda pêbendî wan
rêkeftinan nebûye û ji destpêka 2015ê de û heta niha Bexda para
Kurdistanê ji budceya Iraqê jê re neşandiye.”
Mela Umer wiha got: “Bidawîhatina DAIŞê li Iraqê nêzîk bûye û piştî
nemana wê dê guhertinên mezin li navçeyê çêbibin. Sune û bi taybetî
Erebistana Siûdiyê xwe amade kirine ku pêşniyara herêmeke Sunî bikin, ku
pêwendiya wan jî bi Bexdayê re bi awayekî din be. Bêguman ew guhertin di
navbera Bexda û Suneyan de dê bandore li ser pêwendiyên navbera Hewlêr
û Bexdayê de jî bikin, lewma pêwîst e siyasetmedarên Kurd ligel Bexdayê
danustandinan bikin ku gelo ewê mafê Kurdan bidin wan yan na. Eger
Bexda li ser vê siyaseta xwe ya niha berdewam be, dê tiştek bi navê Iraq
nemîne û dê Herêma Kurdistanê rêkê din bigire.”




