Brîtanya dê berdewam be li ser şandina alîkariyên leşkerî bo Pêşmerge

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Berevaniya Brîtanya û Serokwezîrê Herêma
Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyan û di wê hevdîtinê de şanda mêvan
ragihand ku ewê berdewam bin li ser perwerdeya Hêzên Pêşmerge û
şandina alîkariyên leşkerî bo Herêma Kurdistanê.
Roja Pêncşem 2016-9- 22, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
pêşwaziya Michael Fallon Wezîrê Berevaniya Birîtaniyayê û şandeka
dîplomasî û serbaziya pê re kir.
Fallon spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge kir ku bi
zîrekane hemû pêkhatiyên Kurdistanê û prensîpên mirovî diparêzin û
êrişên terorîstan têk şkandine.
Di civînê de bal kişandine ser operasiyona rizgar kirina bajarê Musilê û
pêdagirî li ser vê yekê kirin ku Pêşmerge dikare roleka bi bandor li vê
operasiyonê hebe.
Wezîrê Berevaniya Birîtaniyayê xuya kir li ser meşq û fêrkirina serbaziya
Pêşmerge berdewam dibin, ku hemahengî navbera Wezareta Pêşmerge û
Wezareta Bervaniya Birîtaniyayê heye, her wiha behsa hebûna hijmereka
zêdeya koçber û penaberên destê terorê li Herêma Kurdistanê kir ku
bargiraniyek ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê çê kiriye û pêşbînî dihê kir li
dema rizgar kirina bajarê Musilê, hijmara koçberan gelek zêde bibe û civaka
navdewletî haydarê vê pirsê ye. Lewma hewla alîkariyê didin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi spasî kirina vê serdanê xuya kir
Birîtaniya ji bo alîkarî kirina Pêşmerge xemsarînekiriye û spasiya hatina
şandên bilindên Birîtaniyayê ji bo Herêma Kurdistnaê kir û daxwaz kir
birîtaniya roleka berçav ji bo dan û stanên navbera aliyan hebe ji bo amade
kirina pilana piştî rizgar kirina bajarê Musilê ji terorîstên DAIŞê û parastina
mal û halên hemû pêkhatiyên netewî û oliyên deverê.
Amaje bi vê yekê jî da ku li vê dawiyê têkiliyeka baştir û bihêztir navbera
Hewlêr û Bexdayê heye û hijmarek civînên bilindên serbazî navbera her du
aliyan hebûye ji bo berhevkirina pilana operasiyona rizgar kirina bajarê
Musilê bi hemahengî tevî hevpeymanan. Pêdagirî li ser vê yekê jî kir her
çend bi rêya rêkxistinên Neteweyên Yekgirtî alîkariya koçberan hatiye kirin,
lê pêşbînî dihê kirin digel destpêkirina operasiyona Musliê hojmareka
zêdeya welatiyên sivîl bihêne Herêma Kurdistanê, lewma divê civaka
navdewletî haydarê vê yekê be û gavên pitir ji bo alîkarî kirina koçberan bi
avêje.
Nêçîrvan Barzanî her wiha amaje bi têkiliyên kevnar û bihêz navbera
Herêma Kurdistanê û Birîtaniya kir û pêdagirî li ser vê yekê kir ku çavrê dikin
Birîtaniya li hemû waran alîkariya Herêma Kurdistanê bike, bi taybetî ku
niha Herêm birhingarê hijmarek qeyranan bûye.




