Mîranî: Divê em pişta hev bigirin..Demîrtaş: Erkekî mezin di histê PDK û HDPê de ye

Hewlêr-KDP.info- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin
Demîrtaş serdana Navenda Giştî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir
û Mîranî û Demîrtaş tekez kirin li ser bihêzkirina pêwendiyên di navbera
xwe de û li ser çareserkirina xalên cuda di navbera wan de.
Destpêkê Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ev serdana HDPê û civîna
wê ligel PDKê bi dîrokî binav kir û ragihand ku divê hêzên siyasî yên
Kurdistanî destê xwe bidin hev û bi xebata medenî siyasetê bikin. Herwiha
got ku ev hevdîtin û civînên dîrokî baştirîn bersiv in bo neyarên Kurdan.
Mîranî wiha domand: “Xalên hevbeş di navbera me û HDPê de gelek in û
me bi germî pêşwazî li vê serdana wan kir û nêrînên baş bi wan re hene. Bi
rastî ev baştirîn rê ye bo lixwe vegera li kêmasiyan.”
Sekreterê PDKê ragihand: “Em gelek gelek hêviyan li ser van hevdîtinan girê
didin. Bi van civînan divê em neyarên xwe bêhêvî bikin û em dest ji siyaseta
hevşikandinê berdin. Divê em pişta hev bigirin heta ku em pirsa miletê xwe
bighînin aramiyê û mafê gelê xwe bidest ve bînin.”
Ji aliyê xwe ve, Hevserokê HDPê Selhattin Demîrtaş got, ev civîna ku wan
pêkanîn û herwiha mijarên ku gotûbêj kirine, ji bo gelê Kurdi gelek girîng in.
Demîrtaş wiha got: “Di rastiyê de armanca vê serdana me ew e ku em
bikarin di mijara navbeynkarîkirina partî û hêzên Kurdî de rolekê bilîzin. Ev
nakokî, ne nakokiyên wisa ne ku neyên çareserkirin.”
Demîrtaş wiha domand: “Em gelek spasiya aliyên Kurd dikin ku di vê
serdana me de rêzekî taybet ji bo me girtin. Her çend di warê fikrî de
cêwaziyên me hebin jî, di gelek mijaran de nêrînên me hevbeş in û her
weke birêz Mîranî jî anî ziman, divê em van xalan erênî bikin. Divê em bihev
re xizmeta gel bikin. Erkekî mezin di histê PDK û HDPê de ye.”
Duh çarşemî li Pîrmamê Selhattin Demîrtaş, Parlamenterê HDPê yê Rihayê
Osman Baydemîr û şanda pê wan re ku ji hejmareke parlamenterên HDPê û
şêwirmendên wê partiyê pêk hatibû serdana Serokê Herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî kirin.




