Serok Barzanî bo Demîrtaş: Ez ji bo pêvajoya aştiyê amade me..Pirojeyek Demîrtaş heye

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd
Barzanî de, Hevserokê HDPê pesnê rola Serok Barzanî da li ser piştevaniya
wî bo pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û ragihand ku çavê wan li Serok Barzanî ye
ku hewlên xwe bide bo destpêkirina wê pêvajoyê. Ji aliyê xwe ve Serok
Barzanî jî tekez kir ku ew amade ye alîkariya destpêkirina wê pêvajoyê bide.
Îro Çarşemê, 21-9- 2016, li Pîrmam, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd
Barzanî pêşwazî li Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş û Osman Baydemîr
û çend parlemanterên din ên HDPê kir.
Di destpêka wê hevdîtinê de, Selahedîn Demîrtaş spasiya Serok Barzanî kir li
ser vê civînê û pesnê rola wî da wek serkirdeyekî di şerê li dijî terorê û li ser
qurbaniyên Hêzên Pêşmerge di wî şerî de.
Her di vê hevdîtinê de, Demîrtaş armanca serdana şanda partiya xwe bo
Herêma Kurdistanê eşkere kir û got ku ev serdan hewlek e bo lidarxistina
diyalogê di navbera hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê û da zanîn ku ji bo wê
yekê jî wan pirojeyek amade kiriye.
Demîrtaş careke din pesnê rola Serok Barzanî da ji ber piştevaniya wî bo
pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê û ragihand ku çavê wan li Serok Barzanî
ye ku hewlên xwe bide bo destpêkirina pêvajoya aştiyê û wek birayekî
mezin jî piştevaniya pirojeya diyalogê di navbera aliyên Kurdistanî de bike.
Herwiha da zanîn ku rola wî dê bi bandor be bo serxistina van hewlan.
Hevserokê HDPê di beşekî din ji axaftinên xwe de, amaje bi wê yekê kir ku
bo serxistina diyalogê berpirsyaretî dikeve ser milê hemû aliyan û got ku
ciwanên Kurd di çeperên bergiriyê de axa Kurdistanê diparêzin, lê mixabin
rola dezgehên ragihandinê û medyayên kurdistanî niha ne di xizmeta
birayetî û hevahengiya aliyên siyasî yên Kurdistanî de ye, û serkirdeyên van
aliyn dêşînin û xelk jî ji vî zimanî dilgiran bûne, lewma pêwîst e pêngava
yekem ji diyaloga di navbera aliyên siyasî de, guhertina zimanê axaftinê di
medyayê de be, herwiha medya bikeve xizmeta birayetî û diyaloga aliyên
siyasî, ne ku wek niha bibe beşek ji pirsgirêkê. Demîrtaş daxwaz jî kir ku
aliyên siyasî êdî bi riya medyayê li dijî hev daxuyaniya nedin û berê xwe
bidin danûstandin û diyalogê.
Piştre Demîrtaş bi dirêjî behsa pirsgirêk û astengiyên li pêşiya pirsa Kurdî kir
û diyalog û hevkariya di navbera aliyên Kurdistanê de wek tek riya
çareseriyê da zanîn.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bi germî bixêrhatina şanda mêvan kir û
ragihand ku gelê Kurdistanê ne bi dilê xwe perçe bûye û ji bo man û
parastina nasnameya xwe şer kiriye û kariye nasnameya xwe biparêze, lê
niha di qonaxa misogerkirina destkeft û pêşvebirina doza Kurdî de ne,
lewma pêdviya me bi aştiyê heye, ne bi şer.
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku eger berê me gilî ji welatên mezin û
dewletan dikir, niha pêwîst e em gilî ji xwe bikin.
Serok Barzanî di dirêjiya axaftinên xwe de got ku di encama şer de
malwêranî ye û pêwîst e zû şer raweste, ji ber ku di qezenca hemû aliyan de
ye û bo serxistina aştiyê jî pêwîst hemû alî piştevan û alîkarê hev bin.
Herwiha Barzanî tekez kir ku bo destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê ew
amade ye alîkar be û tiştê ji destê wî bê dê bike.
Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku bo nêzîkbûna aliyên Kurdistanî jî wî
gelek hewl dane û tişta ku ji destê wî hatiye kiriye û niha ew wek Serokê
Herêma Kurdistanê jî bi temamî piştgiriyê li hewlên HDPê bo nêzîkirina
aliyên siyasî dike.




