26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistan û Hindistan pêwendiyên xwe bihêztir dikin

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê de ligel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan
 
Barzanî de, Konsulê Giştî yê Hindistanê li Herêma Kurdistanê behsa neberdî
 
û mêrxasiya Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kir. Herwiha herdu
 
aliyan daxwaz kirin ku pêwendiyên di navbera xwe de bihêztir bikin.
 
Îro danê nîvro Çarşema 21-9- 2016ê Nêçîrvan Barzanî Pêşwazî li Dîpak
 
Mîglanî kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan amadehiya welatê xwe bo
 
pêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de nîşan da
 
û da zanîn ku ew amade ne di aliyê birêvebirin û vekirina xulên taybet
 
alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin. Herwiha behsa neberdî û
 
mêrxasiya Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorê û parastina sivîlan bê cudahî
 
kir.
 
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku Hikûmeta
 
Herêma Kurdistanê dikare sûdê ji ezmûna birêvebirina Hindistanê bibîne bi
 
riya vekirina xulên perwerdeyê bo kadir û karmendên Hikûmeta Herêma
 
Kurdistanê. Herwiha daxwaz kir ku di hemû waran de pêwendiya Herêma
 
Kurdistanê û Hindistan baş bihêz bibe.
 
Di wê hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên navçeyê û şerê terorîstên DAIŞê û
 
çend mijarên din ên pêwendîdar, hatin gotûbêjkirin.

Nûçeyên têkildar