26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hengariya dixwaze pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê pêş bixe

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
 
pêşwazî li Balyozê Hengariya li Iraqê û şanda pê re kir û di wê hevdîtinê de
 
şanda mêvan da zanîn ku ew dixwazin pêwendiyên xwe ligel Herêma
 
Kurdistanê pêş bixin.
 
 
Di wê hevdîtina ku îro Çarşemê 21-9- 2016 pêk hat de, hêvî xwest ku alîkarî
 
û hevahengî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hengariya de di
 
hemû waran de berdewam be. Herwiha da zanîn ku welatê wî dixwaze
 
pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê pêş bixe û di şerê li dijî terorê de
 
zêdetir alîkariya Hêzên Pêşmerge bike.
 
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand
 
ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dixwaze pêwendiyên xwe ligel baştir
 
bike, bi taybetî piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo
 
Hengariya, ku ji wê de mê de pêwendiyên herdu aliyan pêş ketine.
 
Di wê hevdîtinê de rewşa navçeyê bi giştî û operasyona azadkirina bajarê
 
Mûsilê bi taybetî û çend mijarên din ên pêwendîdar tê de hatin behskirin.

Nûçeyên têkildar