Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Civata Nûnerên Iraqê kir

Serokê Herêma Kurdistanê û serokê Civata Nûnerên Êraqê rewşa siyasî a Êraqê û gotûbêjên hefteya borî a şanda wezareta pêşmerge û wezareta berevaniya Êraqê kirin.
Duhî Sêşem 4/12/2012 serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarê Selahedîn pêşwazî li serokê civata nûnerên Êraqê Usame Nucêfî kir.
Di hevdîtinê de nêrînên xwe derbarê aloziyên li deverên qutkirî û çwaniya çareserkirina wan arîşeyan alûgur kirin.
Di beşek din a civînê de behsa gotûbêjên ewlekarî û leşkerî hate kirin ku hefteya borî li Bexdad di navbera hikûmeta Êraq û şandeke Herêma Kurdistanê de hatibû encamdan.




