Encumena Wezîran bang li aliyên siyasî kir

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji bo guftûgokirin û peydakirina rêyên çareseriya krîzên Herêma Kurdistanê banga civînê li aliyên siyasî yên beşdarên hikûmet û parlamenê kir.
Serokatiya Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî banga civînê li aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin, “Ev demek e aliyên siyasî yên başdarê hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê, di kanalên ragihandinê de nêrîn û têbîniyên cuda derbarê krîza Herêma Kurdistanê, çawaniya çareserkirina pirsgirêkan, mijara dahat û xercên Kurdistanê de tînin ziman.”
Serokatiya Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de pêşniyar dike ku civîneke berfereh bê sazkirin û ev nêrîn û têbînî, bi data û zanyariyan di wê civînê de bên gotêbêjkirin.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ji bo berwendiyên giştî, em tev de ji bo serxistina bernameya rûbirûbûn û derbaskirina krîzan, kar bikin.”




