Serok Barzanî û Serokomar amadekariyên şerê Musilê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokomarê Iraqa Federal kir û
di wê hevdîtinê de tekez li ser pabendbûna çareseriya diyalog û guftûgoya
binyatnerane li çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û
Hikûmeta Federal hatkirin.
Îro şemî 17.09.2016 li Selahedîn, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê,
pêşwaziya Dr Fuad Mehsum Serok Komarê Iraqa Federal kir.
Li hevdîtinê de proseya siyasiya Iraqê û pêşhatên siyasiyên dawî ya Iraq û
navçeyê nirxandin û behsa rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna
terorîstan û amadekariyên proseya azadkirina Musilê kirin.
Li mijareke dinê hevdîtinê de tekez li ser pabendbûna çareseriya diyalog û
guftûgoya binyatnerane li çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma
Kurdistan û Hikûmeta Federal kirin.
Behskirina guhertinên navçeyê bi awayeke giştî, mijareke dinê vê hevdîtinê
bû.




