Parlemantoya Kurdistanê piştevanî li Nadiye Murad kir

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya destnîşankirina keça Kurd a Êzdî Nadiye Murad wek Balyoza Niyetpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Cîgirê Serokê Parlemantoya Kurdistanê Ceifer Êmînkî peyamek ji wê keçê re şand û tê de piştevaniya xwe jê re ragihand.
Cîgirê Serokê Parlemantoya Kurdistanê Ceifer Êmînkî ragihand: “Bi boneya destnîşankirina te wek Balyoza Niyetpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî, em bi navê xwe û navê nûnerên xelkê Kurdistanê li Parlemantoya Kurdistanê pîrozbahiyê pêşkêşî te dikin û hêviya serkeftinê ji te re dixwazin li ser vî erkê pîroz û mirovatî, ku em pê serbilind dibin ku keçeke Kurd a Êzdî bûye sembola bergiriyê li mirovatiyê û mafê hemû xelkê Kurdistanê û bi taybetî jî xuşk û birayên Êzdî, ku di vê serdemê de û li ser destê dijminên mirovatiyê (Terorîstên DAIŞê) rastî hovtirîn pêla jenosîdê bûne.”
Ceifer Êmînkî wiha dibêje: “Bêguman, ev pêngav bi hemû pêweran derfeteke girîng û bi bandor e li ser asta karkirin bo bijenosîdnaskirina wan tawanên ku li dijî xuşk û biryaên me yên Kurdên Êzdî hatin kirin û em piştrast in jî ku ti kare wî erkî bicîh bîne û em li Parlemantoya Kurdistanê jî piştevaniyê lit e dikin û hêviya serkeftinê ji te re dixwazin.”




