26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîka behsa qonaxa piştî DAIŞê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şanda Amerîkayê ya di bin serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken de, ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubat Talabanî civiya û piştgiriya xwe ji bo çaksaziyên li Herêma Kurdistanê ragihand.


Duhî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubat Talabanî pêşyaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, Nûnerê Barack Obama di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett Mcurk, Balyozê Amerîkayê li Iraqê Doglas Siliman, Konsolê Amerîkayê li Hewlêrê Ken Gross û hejmarek rawêjkar û dîplomatan kir.

Di hevdîtinê de Antony Blinken diyar kir ku ji ber operasyona Mûsilê tê pêşbînikirin hejmareke zêde yê penaberan berê xwe bidin Herêma Kurdistanê, ji lewra jî pêwîste civaka navdewletî zêdetir alîkariyê bide Herêma Kurdistanê. Bilinken got ku dê alîkariyên Amerîkayê yên ji bo Herêma Kurdistanê jî berdewam bin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka behsa serkeftinên Hêzên Pêşmerge yên di şerê DAIŞê de kir û beşdarbûna Hêzên Pêşmerge yê Operasyona Mûsilê jî giring zanî. Herwiha diyar kir ku pêwiste ji bo piştî azadkirina Mûsilê planeke berfireh jî hebe. 

Şanda Amerîkî amadebûna welatê xwe ji bo kûrkirina pêwendiyên Hewlêr û Washingtonê derbirî û herwiha daxuyand ku ew piştgiriyê didin çaksaziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Di hevdîtinê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî tekez kir ku Herêma Kurdistanê beşek e ji Hevpeymaniya Navdewletî û bi berdewamî ji bo nehiştina terorê hewl dide.

Barzanî diyar kir ku di navbera Hewlêr û Bexda de hemahengiyek baştir hebe 3u bi taybet jî alîkariyê bidin wan navçeyên kun û ji bin destê DAIŞê hatine rizgarkirin.
 

Nûçeyên têkildar