Pispor: Amerîka bi giringî li rola Serok Barzanî li navçeyê dinere

Hewlêr-KDP.info- Pispor di warê siyaseta Amerîka de Karox Xoşnaw dibêje, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rolekî erênî dîtiye di şerê jinavbirina terorê de û kariye pêgeha leşkerî ya Kurdî li cîhanê bilind bike, lewma Amerîka û hevpeymaniya navdewletî bi giringî li rol û pêgeha wî dinerin.
Karox Xoşnaw derbarê serdana şanda Amerîka bo Herêma Kurdistanê û civîna wê ligel Serok Barzanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana wê şanda pilebilind a Amerîka bo Herêma Kurdistanê di vê demê de xwedî giringiyeke mezin e, ji ber ku rizgarkirina Mûsilê ji Serokê Amerîka Barak Obama re pir girîng e û niha DAIŞ ber bi nemanê ve diçe, ku Hêzên Pêşmerge roleke pir mezin dîtine di şikandina DAIŞê de û ev şanda Amerîka ji ber wê yekê hatiye Hewlêrê.”
Derbarê şerê Mûsilê û rola Kurdan di wê operasyonê de, Xoşnaw wiha got: “Pêwîst e serkirdatiya Kurdî li ser şerê Mûsilê rêkeftinê bike, ku erebên Sune ji aliyê siyasî ve îtîrafê bi cografiya Herêma Kurdistanê bikin, ji ber ku qonaxa piştî girtina Mûsilê ji kurdan û Herêma Kurdistabê re pir girîng e, ku çawa îdareya wê parêzgehê birêve biçe.”
Karox Xoşnaw wiha domand: “Amerîka berdewam xwestiye ku navbeynkariyê di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bike, ew jî bo çareserkirina pirsgirêkan, ji ber ku ji me hemûyan re diyar e ev 2 sal in Bexda pêbendî şandina para Herêma Kurdistanê nebûye û Amerîka niha bi rêkeftina herdu aliyan kêfxweş e û piştgiriyê li nêzîkbûna Hewlêr û Bexdayê dike.”
Wî pispor di warê siyaseta Amerîka de Karox Xoşnaw dibêje, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rolekî erênî dîtiye di şerê jinavbirina terorê de û kariye pêgeha leşkerî ya Kurdî li cîhanê bilind bike, lewma Amerîka û hevpeymaniya navdewletî bi giringî li rol û pêgeha wî dinerin.
Her derbarê vê pirsê, Endamê Lêjneya Asayiş û Bergiriyê ya Parlemantoya Iraqê Şaxewan Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina wan berpirsên pilebilind ên Amerîka bo Herêma Kurdistanê tê wê wateyê ku tiştek bi nave Iraqeke yekgirtî nemaye û ew berpirs dizanin ku ti pêwendiyek di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de nemaye, lewma her nameyek yan her peyamek wan hebe bo şerê li dijî DAIŞê, serdana Hewlêr û Bexdayê bihevre dikin.”




