Xelîl: Li cem balyozên welatan emê li PKKê gilî bikin

Şingal-KDP.info- Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl eşkere dike ku di dawiya vê mehê de balyozên welatan li Iraqê dê ligel îdareya Şingalê bicivin û bi zelalî jî wan aliyên ku bûne sedema rêgirtinê li vegera xelkê, wek PKKê û Hikûmeta Iraqê, tometbar bikin.
Mehma Xelîl wiha got: “Emê wek îdareya Şingalê ligel hemû balyozên welatan li Iraqê derbarê rewşa Şingalê û alîkariya bajarê xwe bicivin.”
Mehma Xelîl wiha got: “Sedema ku bûye rêgir ji vegera xelkê Şingalê re bo ser mal û halê xwe, emê bi eşker ji wan re zelal bikin, ku çawa PKK û Hikûmeta Iraqê rê li wan digirin û emê wan rawan bikin.”




