Hemîd Bavî: Girtina Mûsilê bê Kurdan sernakeve

Mûsil-KDP.info- Parlemanterê berê yê Iraqê Dr. Hemîd Bavî dibêje, Kurdan ji 3 aliyan ve Mûsil dorpêç kirine, lewma derxistina wî bajêrî ji destê DAIŞê bê rêkeftina ligel Herêma Kurdistanê ser nagire. Herwiha dibêje, biparêzgehbûna Deşta Neynewa paşerojeke baş e bo Xristiyan û Kakeyî û Şebek û Êzdiyan.
Dr. Hemîd Bavî ji malpera KDP.info re ragihand: “Bê ku rêkeftin ligel Herêma Kurdistanê bê kirin, operasyona Mûsilê biser nakeve, ji ber ku em dizanin Hêzên Pêşmerge ew bajêr ji 3 aliyan ve dorpêç kirine.”
Derbarê paşeroja Mûsilê, Bavî dibêje, gelek nêrînên cuda hene, ku dibêjin bila Mûsil vegere ser bi Bexda ve û hin alî jî dibêjin, bila Mûsil bibe herêmeke serbixwe, herwiha nêrîneke din jî heye ku dibêje, bila Mûsil bibe 3 parêzgeh. Lê em dibînin ku ya baş Deşta Neynewa bibe parêzgeh û ser bi Herêma Kurdistanê ve be.




