Şebek: Amerîka piştgiriya biparêzgehbûna Deşta Neynewa dike

Mûsil-KDP.info- Nûnerê Kurdên Şebek di Parlemantoya Iraqê de dibêje, mercek me heye bo bi parêzgehbûna Deşta Neynewa, ew jî ew e ku pêwîst e ew parêzgeh ser bi Herêma Kurdistanê ve be û ji bo vê yekê jî ewê pirojeyekê pêşkêşî parlemantoyê bikin.
Salim Şebek Nûnerê Kurdên Şebek di Parlemantoya Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand: “Amerîka piştgiriya biparêzgehbûna Deşta Neynewa dike û di malpera Kongirêsê de jî belav bûye ku ew navçe dê di bin çavdêriyê de be û her dema ku gef li ser hebe dê balafirên Amerîka li wir parastina wê bikin. Lê eger ew dever bibe parêzgeh, em dixwazin bikeve ser bi Herêma Kurdistanê ve.”
Şebek wiha got: “Piştî destpêkirina civînên parlemantoya Iraqê, em hewl bidin ku pirojeyekê pêşkêş bikin bo bi parêzgehbûna Deşta Neynewa û em bi ti awayekî razî nabin ku parêzgeha me ser bi Iraqê ve be.”




