TCK: Kurdên perçeyên din piştgiriya Şoreşa Îlonê kirin

Amed-KDP.info- Tevgera Ciwanên Kurdistanê (TCK) bi boneya salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û tê de ragihand, ku Kurdên perçeyên din piştgiriya Şoreşê kirin û ger em dîroka xwe baş bixwînin emê karibin li her çar parçeyan jî cehşan têk bibin û mafê dewletbûna xwe ji dagirkeran bistînin.
Tevgera Ciwanên Kurdistanê di wê daxuyaniyê de ragihand: “Em bi minasebeta 55. salvegera Şoreşa Îlonê Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî û hemû beşdarên Şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin.”
TCKê wiha got: “Netewa Kurd xwedî dîrokeke dirêj e. Bi taybetî du sed salên dawî tim di nava têkoşînê de derbas bûye. Ev dîrok, derdê me jî dermanê me jî li ber çavan radixe. Ger em karibin sûdê ji dîroka xwe wergirin, pêdiviya me bi tiştekî din namîne.”
TCKê wiha dibêje: “Yek ji bûyerên herî girîng a dîroka me ya du sed salên dawî, Şoreşa Îlonê ye. Pêwîst be em çend taybetmendiyên Şoreşê rêz bikin; Beyî ku veqetinên olî, çînî û hw. hebin hemû beşên netewa Kurdistanê tevlî şoreşê bûn. Şoreşeke serkeftî bû ku piştî destpêka Şoreşê 9 salan dewleta Iraqê mecbûr ma ku mafên netewa Kurd nas bike û otonomiyê qebûl bike.”
TCKê wiha ragihand: “Cehşan nekarîn ku Şoreşê têk bibin. Kurdên perçeyên din piştgiriya Şoreşê kirin û sînorên sûnî bêwate kirin. Şoreş hîn berdewam e. Ger em dîroka xwe baş bixwînin emê karibin li her çar parçeyan jî cehşan têk bibin û mafê dewletbûna xwe ji dagirkeran bistînin.”




