Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im em hemû hewla armancên gelê Kurdistanê bidin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek bi boneya Cejna Qurbanê belavkiriye û tê de got, bi hêvîm e ku em hemû pêkve hewla bidestxistina armancên serekî yên gelê xwe bidin.
Deqê peyama Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Cejna Qurbanê li cenabê Serok Barzanî, malbatên serbilind ên şehîdên Kurdistanê, hemû Pêşmergeyên qehreman, karmendên Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, dezgehên asayiş, polîs û hemû xelkê Kurdistanê pîrozdikim.
Hêviyê ji Xwedayê mezin dikim ku Pêşmergeyên qehreman biparêze û di kar û erkê xwe de serbikevin, herwiha spas jibo xelkê Kurdistanê li ser xweragiriya wan di rewşa xirab û nexweş de, bi hêvîm e ku em hemû pêkve hewla bidestxistina armancên serekî yên gelê xwe bidin.
Carek din Cejna Qurbanê li hemû aliyekî pîroz dikim û serê xwe bi rêz jibo şehîdê parastina Kurdistanê dimiçînim û hêvîdarin birîndar jî di zûtirîn dem de baş bibin.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
11.09.2016




