Serok Barzanî Cejna Qurbanê pîroz kir..Berxwedana gelê me dê biencam bibe

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta
cejna Qurbanê peyamek pîrozbahiyê belav kir û ragihand, berxwedana gelê
Kurdistanê dê bi encam bibe.
Serokê Barzanî, bi helkefta cejna Qurbanê, ku sibê ye, peyamek belav kir.
Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li malbatên şehîdan, birîndaran, hêzên
Pêşmerge û tevahiya hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê kiriye.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan,
Bi helkefta hatina cejna pîroza Qurbanê ve pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û
hemû musilmanên Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên
şehîdan dikim ku bi xwîna azîzên xwe azadî û rûmeta welatê me parastiye.
Pîrozbahiyê li birîndarên şerê dijî terorîstên Da'îş dikim û hêviya başbûn û
aramiyê ji bo wan dixwazim. Her bi vê helkeftê ve pîrozbahiyê li hemû
Pêşmergeyên qehreman dikim ku li sengerê bergirîkirina li rûmeta gel û axa
niştîmanin û destxweşiyê jî li hêzên asayîş dikim ku bi bê westan erkê
parastina aramî û asayîşa xelkê bi başî encam dane.
Bi pêwîstî dizanim vê helkefta pîroz li Haciyên Kurdistan û rêbiwarên malê
xweda pîroz bikim û ji xwedayê mezin hêvîdarim hec û îbadeta wan qebûl
bike. Hêvîdarim cejna pîroza Qurbanê bibê cihê nemana yekcarekî ya
terorîstan û hizra tundrewiyê û hemû koçber bi serbilindî vegerin ser mal û
warên xwe û aştî û pêkvejiyan û lêborîn li Kurdistan û navçeyê de kûrtir bibê
û dawî bi êş û kêşeyan bê.
Spasî xweragirî û tehemula hemwelatiyan û hemû çîn û tuwêjên Kurdistanê
dikim û li wê yekê bawerim xweragirî û berxwedana wan li beranber girift û
kêşeyan encama xwe dibê û paşarojeke geş li benda gelê meye.
Cejna we pîroz û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo we dixwazim
Mesûd Barzanî
11.09.2016




