26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK: Gelek nemaye hêviya gelê me bicîh were

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê di salvegera Şoreşa Îlonê de
 
daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku îro ew salvegera şoreşa mezin li
 
raber û fermande û kadir û fermande û Pêşmerge û şehîdên nemir û
 
serbilind pîroz dikin. Herwiha da zanîn ku niha gelek nemaya hêviya gelê
 
Kurd bicîh were.
 
Îro 55 sal bi ser destpêkirina Şoreşa Îlonê ya mezin re derbas bû û em bi vê
 
boneyê silavên gerim dişînin ji yek bi yekê şehîdên wê şoreşa mezin û
 
malbatên wan ên serbilind, ku îro em li ser xeta wê şoreşê ne û Kurdistan
 
nêzîkî hêviya xwe dibe.
 
Em silavên gerim ji hevalên têkoşer û Pêşmergeyên dêrîn ên ku bûne
 
dibistan û pêşeng û mamosteyên pêşmergatî û kurdayetî û berxwedanê, re
 
dişînin.
 
Beriya 55 salan ew şoreş bi rêbertiya Barzaniyê nemir û pêşrewiya PDKê
 
gaveke dîrokî û bûyereke netewî û niştimanî bû di dîroka neteweya Kurdî
 
de, herwiha banga Kurdan bû bo dost û dijminan ku Kurd bi qedera
 
bindestiyê û piştguhkirinê razî nabin û qet bindestiyê qebûl nakin, ku
 
diruşma ya Kurdistan yan nema bililnd kirin.
 
 
Gelê Kurdistanê beriya rahiştina çekan, berê xwe da riyên aştiyane û
 
diyalogê, heta ku hemû rê nehatin girtin, me dest bi xebata çekdarî nekir û
 
dîroka wê demê ya Iraqê şahid e li ser wê yekê. Rewangeha Barzanî û PDKê
 
berdewam ew bû ku serkeftinên leşkerî pêwîst e bibin sedema bidestanîna
 
destkeftên siyasî yên gelê me. Lewma jî ev yek bû sedema bidestxistina
 
destkeftên niha yên gelê Kurdistanê û nêzîkbûna ji mafê çarenivîsê û
 
avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanê.
 
Îro em salvegera şoreşa mezin li raber û fermande û kadir û fermande û
 
Pêşmerge û şehîdên nemir û serbilind pîroz dikin, ku niha bi saya serê wan,
 
gelek nemaya hêviya gelê Kurd bicîh were.
 
Niha Kurdistan li pêşiya derfet û dûriyaneke çarenivîsaz de ye. Xebata sed
 
salî ya neteweya Kurd bi Şoreşa Îlonê û hemû xebat û raperînên din jî bo
 
serxwebûn û azadiyê bû. Bidestxistina wê daxwaza pîroz dive di ser hemû
 
hevrikiyên navxwe û biçûk re bin.

Nûçeyên têkildar