26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Efendî: Milîsên şîe di şerê Mûsilê de beşdar bin dê karesat çêbibe

Çavkanî: KDP.info
 
Başîk-KDP.info- Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge Hemîd Efendî
 
dibêje di egera beşdariya milîsên şîe di şerê Mûsilê de, dê karesateke mezin
 
çêbibe di navbera erebên sune û şîe de. Derbarê beşdariya Hêzên Pêşmerge
 
de jî dibêje, Hêzên Pêşmerge dê rolekê bibînin di wê operasyonê de û pir
 
zehmet e ku bê Pêşmerge hêzên Iraqê karibin Mûsilê ji destê DAIŞê
 
derxînin.
 
Hemîd Efendî Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info
 
re ragihand: “Eger Hêzên Pêşmerge di şerê Mûsilê de beşdar nebin, ew
 
pirose bi ser nakeve û Artêşa Iraqê û milîs nikarin biçin nava bajarê Mûsilê,
 
lê em wek Hêzên Pêşmerge heta niha ferman ji me re hatiye ku em heta
 
sînorê Kurdistanê tenê biçin û fermana nava bajarê Mûsilê ji me re
 
nehatiye. Lê eger ferman ji me re bê, bêguman emê beşdar bibin.”
 
Efendî wiha got: “Pêşbînî tê kirin ku îsal piroseya kontrolkirina Mûsilê birêve
 
biçe û bi nêrîna me dê li nava Mûsilê karesat çêbibin, ji ber ku erebên sune
 
dê bergiriyê bikin û bi hêsanî artêşa Iraqê naçe nava bajêr û herwiha
 
sedema karesatê jî dê beşdariya milîsên şîe be.”

Nûçeyên têkildar